Mijdar 20, 2023 09:29 Asia/Tehran
  • Roja 45-emîn abahoza El-Eqsayê û êrişên bê navber ên  ser Xezzeyê

Di 45-emîn roja Bahoza El-Eqsayê de, êrişên bênavber ên kesên bêîman ser Xezeyê bi giranî berdewam dikin, nivîsgeha medyayî ya hikûmeta Filistînê hejmara şehîdên şerê li Xezeyê zêdetirî13 hezar kes ragihand ku zêdetirî 5 hezar û 500 kes ji wan zarok in.

Rêxistina Pizîşkên Bêsînor jî ragihand duh 70 şehîd û 52 birîndarên din  hatine veguhestin bo nexweşxaneya Nasir a bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê, ku hemû  di encama êrişên berfieh ser derdora vê nexweşxaneyê şehîd an birîndar bûne.Hevdem artêşa  Rejîma Îsraîlê  hin  beşên  bajarê Xan Yûnisê bi  top û hawanan dan ber êrişan.Ji aliyê din ve, berpirsê dosyeya girtiyan li tevgera Hemasê,  Zahir El-Cebarîn got ku ti rêketinek  derbarê agirbesa li Xezeyê tineye û got; Ji ber ku dijminê Îsraîlî di mijara veguhertina girtiyan de demê xisar dike.Çavkaniyên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst jî derbarê kuştinaa leşkereke jin a siyonîst li peravên Eşdodê li Erdên dagirbûyî agahî dan.

Serepeyv