Mijdar 04, 2023 16:24 Asia/Tehran
  • Axiftina Seyd Hesen Nesruulah

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê tekez kir: Ez ji Amerîkiyan re dibêjim, ger şerekî navçeyî biqewime,berjewendî û leşkerên we dê bibin qurbanî û hûnê ziyanê herî mezin bibînin

Seyd Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê di axaftina xwe ya li merasima bibîranîna şehîdên rêya Qudsê yên ku di rêya berevaniya ji Xezzeyê û gelê Filistînê û nirxên pîroz ên cîhana Îslamê de şehîd ketine got: Em Şehîdên Rêya Qudsê Tabûrên El-Eqsa, Berxwedana Îslamî, gurûhaaên Quds û şehîdên sivîl ên li Lubnanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Wî her wiha got: Di şerên îro yên cîhanê de em  şerekî  rewatir, exlaqîtir û dînîtir  ji şerê filistîniyan li himber

Wî got: Hêza me ya rastîn beriya her çek û sîlehekî , îman, feraset, hişyarî, pabendiya kûr bi doza Filistînê û amadebûna mezin a malbatên şehîdan ji bo fedakariyê ye.

Seyîd Nesrullah wiha dewam kir: Silav ji gelê wêrek û bêhempa yê Xezayê re ku di cîhanê de bêhempa

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Em spasiya hêzên Iraqî û Yemenî dikin ku tevlî vî şerê pîroz bûn.

Wî got: Rewşa Filistînê di van salên dawî de gellekî dijwar bûye û bi hatina dewleta nû ya tundrew, nezan û hov a siyonîstî re, rewş xirabtir bûye

 Mirov nikare mezinatî, mêrxasî û aramiya gelê Xezzê û Rexê rojavaya çemê Urdinê bîne ziman.

siyonîstan peyda nakin.

  Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê tekez kir: Şerê Bahoza El-Eqsayê li zêdetir ji yek bere ûmeydanê  de berfireh bûye.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Dosyayên herî girîng ên Filistînê dosiya girtiyan, Quds, dorpêçkirina Xezzeyê û projeyên  nû yên bajarokçêkirinên Siyonîstan li rexê rojava ye.

Wî bal kişande ser wê yekê ku divê bûyerek biqewimiya ji bo ku mesela Filistînê wek yekem meseleya cîhana Îslamê  bikeve rojevê, ku operasyona bahoza Eqsayê di 7ê Cotmehê de ev bûyer bû.

 

 

Serepeyv