Berdevkê Berevaniya Sivîl a Xezzeyê: Zêdetirî 2 hezar welatî di bin kavilan de ne
Berdevkê Berevaniya Sivîl a Xezzeyê got: Zêdetirî 2 hezar welatiyên Xezzeyê hîna jî di bin kavilan de ne û ji ber nebûna îmkanatê pêwîst û kêmbûna demê derxistian wan nemumkin e
Mehmûd Besel her wiha got: Mixabin ji ber bombebaranên li pey hev, me dem jibo gihandina alîkariyê tine û heta em mijûlî alîkariyan bo qurbanî û mexdûrên bombebaranekê ne,bombebaranek din pêk tê.
Wî got Tîmên rizgarkirinê heta niha alîkarîya bo qurbanîyên bombebaranekê tewa nekrine, kubilez ber bi cihê bombebaraneke dinve diçin û ji ber wê yekê jî xebata jibo rizgarkirin û rakirina kesên ku di bin kavilan de mane dikeve wexteke dinêca di vê anvberê de , eger birîndar û zindî di bin kavilan de bin, şehîd dibin.
Besel got: Hêzên berevaniya sivîl û alîkariyên bo welatiyan ti parêzbendî û ewlehiyeke jiyanê tinene û heta niha 17 xebatkarên alîkariyê şehîd bûne û 50 kesên din jî birîndar bûne, lê em xizmetguzariyên xwe berdewam dikin.
Wî bal kişande ser wê yekê ku dagîrker pabendî ti yasa û rêketinekê nîninû got: Zarok li nexweşxaneya El-Momedanî şehîd ketin û jin di malên xwe de tên kuştin û ev cinayet heta niha jî berdewam in.
Nîgeraniyên cîhanî derbarê karesata mirovî û kuştina bê rehmane ya xelkê Xezzeyê û daxwaza jibo rawestandina maşîna kuştinaIsraîlî zêde dibe, lê Rêjîma Siyonîst bê rawestan êrişên xwe berdewam dike û berdevkê artêşa vê rejîmê dibêje: qet mesela agirbesê di rojevê de nîne û ji xwe hemû bername û pilanên vê rejîmê bo şer, kuştin û wêrankirina zêdetir in.