Cotmeh 30, 2023 09:12 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên êrîşa siyonîstan ser rexê rojavaya çemê Urdinê gihîşt 123 kesî

Rejîma Siyonîst bi êrişa ser hin navçên rexê rojavaya çemê Urdinê 123 kes şehîd kirin.

Cinayetên Rejîma Siyonîst tenê  ne li zîvala Xezzeyê ne , di 23 rojên derbasbûyî de,rexê rojavaya çemê Urdinê jî ketiye ber  êrişên siyonîstan.

Ji destpêka bahoza El-Eqsayê ji 7ê Cotmehê ve, xelkê rexê rojavaya çemê Urdinê bi destên vala li ber siyonîstên dagirker  radiwestin û heta niha 123 ciwanên  vê navçê şehîd bûne.

Ji vê hejmarê 24 kes li Tulkeremê, 19 ji Nablusê, 16 li Ramullahê 14 kes li bajarên El-Xelîl û Qudsa dagirbûyî û yên mayî jî li navçên din ên rexê rojavaya çemê Urdinê şehîd bûne. 

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê vê sibê şehîdbûna 302 kes ji xelkê  vê navçê li encama êrişên berfireh ên Rejîma Siyonîst ser deverên curbicur ên Xezzeyê piştrast kir.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên Xezeyê gihîştiye 8 hezar û 500 kesî û ji wan 3 hezar û 342 zarok, 2 hezar û 622 jin û 460 jî kal û extiyar in.

 

Serepeyv