Cotmeh 26, 2023 18:48 Asia/Tehran
  • Li Refehê di encama bombekirina maleke Filistîniyan de 11  kes şehîd ketin

Rejîma Siyonîst di cinayeta herî dawî ya li dijî filistîniyan de, mala welatiyekî filistînî li bajarê Refehê bombebaran kir ku di encamê de 11 kes şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Fars`Newê, çavkaniyên filistînî ragihandin ku mala welatiyekî filistînî li taxa El-Cenîne ya rojhilatê bajarê Refehê li başûrê Zîvala Xezzeyê hatiye bombekirin.

Her wiha hat ragihandin ku di vê bombebaranê de 11 kes şehîd bûne û çend kes jî birîndar bûne.

Derbarê vê yekê de Wezareta Navxwe ya Xezeyê ragihand ku hejmara şehîdên filistînî di 20 rojên derbasbûyî de ji destpêka şer û vir ve giheştiye 7028 kesan ku 481 kes ji wan di 24 saetên borî de şehîd bûne.

Wezareta Karên Navxweyî ya Xezzeyê her wiha ji hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê û neteweyên ereb û îslamî xwest ku bêdengiya xwe li hemberî cinayetên Rejîma Siyonîst bişkînin û ji bo rawestandina jenosîda filistîniyan li  Xezzeyê bikevin dewrê.

 

Serepeyv