Cîhada Îslamî ya Filistînê: Helwestên welatên erebî îslamî lawaz in
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku lawazbûna helwêstên welatên erebî û îslamî dibe baîs ku êş û pirsgirêkên xelkê Xezzeyê zêdetir bibin.
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di daxuyaniyekê de ragihand ku helwêstên welatên erebî û îslamî derbarê Xezzeyê lawaz e û liv û tevgerên siyasî yên welatên curbicur li himberî Amerîka û rojava bi şik û guman e.
Tevgera Cîhada Îslamî di vê daxûyaniyê de bal kişande ser wê yekê ku lawazbûna helwestên fermî dibe sedem êş û kêşeyên xelkê Xezzeyê di bin siya dorpêç û zextan de zêdetir bibe û tekez kir ku berxwedan dê têk neçe û berxwedana gelê Filistîn dê bi ser keve.
Hêzên berxwedêr ên Filistînê ji roja şemiyê 7ê Cotmeha 2023an ve, operasiyoneke berfireh û bêhempa bi navê Bahoza El-Eqsayê ji Xezzeyê li dijî meqerên Rêjîma Siyonîst li navçên dagirbûyî dest pê kirin û derbên giran li Rejîma Siyonîst xistin.