Cotmeh 23, 2023 09:59 Asia/Tehran
  • 17-emîn roja operasiyona Bahoza El-Eqsayê û berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê

Rejîma Siyonîst di 17emîn rojên li dû hev kuştina sivîlan li Zîvala Xezzeyê, bombebarana navçên xelknişîn û nexweşxaneyên Xezzeyê berdewam dike û di 24 sietên derbasbûyî de nêzîkî 400 filistîniyên din jî şehîd bûne.


Rejîma Siyonîst vê sibê pêleke  nû êrişan ser zîvala Xezzeyê dest pê kir ku  li gor rapora nûçegihanê El-Meyadînê, di encama êrişa dagirkeran  ser sê malên li Refehê   li başûrê zîvala Xezzeyê de, 21 kes hatine şehdkirin ku 7  ji wan zarok in  ku tê gotin eva êrişa herî tund û tûjane ji dema  destpêbûna şêr li vê navçeyê bûye. 

Di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser maleke taxa Siûdî ya Xezzeyê de, çend kes şehîd bûn û birîndar jî hatine rakirin  bo nexweşxaneya El-Kuweytî ya Refehê.

Xwefirên Rejîma Siyonîst her wiha 4 malên li Refehê bombebaran kirin û di encamê de herî kêm 29 kes şehîd û hinek jî birîndar bûn ku  hatin veguhestin  bo nexweşxaneyên Ebû Yûsif El-Necar û El-Kuweytiyê.

Eva di halekî de ye  Rejîma Siyonîst derdora nexweşxaneya Şehîd Ebû Yûsif El Necar jî da ber bombeyan.Hatiye ragihandin  ku i rojhilatê Xan Yûnisê û derdora meqera Filistînê li Beyt Lahyayê jî êrişên giran hatin kirin. Di encama bombebarana malekê de li navçeya El-Setar El-Xerbî ya Xan Yûnisê, 4 kes şehîd bûn ku 2 ji wan zarok in.

 

Serepeyv