Cotmeh 23, 2023 07:49 Asia/Tehran
  • Êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser hinek navçeyên başûrê Lubnanê

Çavkaniyeke nûçeyan derbarê êrişên Rejîma Siyonîst bi xwefiran ser hinek navçeyên başûrê Lubnanê agahî da.

 

Rejîma Siyonîst  bi xwefiran hinek navçeyên başûrê bajarokê Eyterûnê  ji aliyê Maron El-Rasê  dan ber êrişan.

Artêşa Siyonîstî îdia kir ku çend meqerên Hizbullahê li başûrê Lubnanê ji wan navendên leşkerî jî dane ber êrişan.

Artêşa vê rejîmê her wiha vê sibê hinek belav kirin û îdia kir ku ev wêne yên  êrişa ser meqerên Hizbullahê ne.

Hizbullaha Lubnanê roja Yekşemê di sê daxuyaniyên cuda de, derbarê êrişa ser baregehên El-Ebad, Miskaf Am, Beyaz Belîda, El-Malkiye û "Reîaet E-ILm yên  Rejîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî û zeviyên Şebayê agahî dabû.

Hizbullaha Lubnanê di rojên derbasbûyî de û li pey cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst ser  Zîvala Xezzeyê û şehîdkirina hejmarek zêde ji filistîniyan li vî bajarî, meqerên leşkerî yên vê rejîmê li bakûra erdên dagirbûyî kiriye armanc. Mijara ku bûye sedema tirsa sîyonîstên bajaroknişîn li van navçana. 

 

Serepeyv