Dehemîn roja operasyona bahoza El-Eqsayê û dewama êrişên ser Qezayê û komkujiya xebatkarên beşa alîkarîgîhandinê û berevaniya sivîl
Artêşa dagirker a Rejîma Siyonîst di 10-emîn roja operesyona bahoza El-Eqsayê de,vê sibê bi xwefir û topxaneyên giran êrişên berfireh ser navçeyên rojhilatê Zîvala Qezeyê destpê kir.
Li gor gotina şehedhalan, Rejîma siyonîst di van êrişan de, şeqam û taxên rojhilatê Qezeyê li navçeya Şucaiye, Cume Bazar û navçeya navbera taxa Şucaiye û taxa Zeytûnê nasiyar bi Kembera Agir bi tundî bombebaran kir.
Çavkaniyên nûçeyan yên Qezayê jî ragihandin ku şeva buhurî şeva herî bi şîdet a Zîvala Qezeyê bû ji ber ku ev navçeya rastî jînosayda ji aliyê artêşa dagirker bi çekên kujer û qedexe yên navneteweyî hatibû.
Xwefirên Rejîma dagirkerê Qudsê li navçeya Til El-Hewayê li başûrê rojava Qezeyê jî cihê kombûna hêzên berevaniya sivîl û hêzên gîhandina alîkariyaê yên Filistînê dan ber êrişan ku di encamê de 7 kes ji hêzên rizgarkirinê hatin kuştin.
Li parêzgeha Xan Yûnisê êrişa siyonîstan ser maleke bû sedem şeş endamê vê malbatê ku 3 ji wan zarok bûn, bên şehîdkirin.
Çavkaniyên xwecihî jî ragihandin ku xwefirên dagirkeran bi çend mûşekan êrişî maleke devera Qîzan El-Necar ku hejmarek ji penaberên bakurê Qezayê têde dijiyan kirin, ku di encamê de mal tam wêran bû û 4 welatî ji wan keçek şehîd bûn. Çavkaniyên hanê her wiha ragihandin ku piraniya endamên vê malbatê hîna di bin kavilan de mane.