Cotmeh 11, 2023 09:23 Asia/Tehran
  • Wêrektiya nûçegihan Al-Alamê derheq vegera bo nivîsgeha torê piştî bombebaran ji aliyê dagirkeran ve

Esra El-Behîsî nûçegihana Al-Alamê li Xezayê, bi çûyîna nav avahiya Al-Alamê li taxa Rimal li Zîvala Gazayê ku ketiye ber êrişa Rejîm Siyonîst raporek li ser wêraniya mezin li avahiya El-Alam amade kir.

Nûçegihana Al-Alamê her wiha bi hejmarek ji çalakvanên medyayî û rojnamevanan re ku  ji bo amadekirina raportan û balkişandina li ser êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst li ser ofîsên ragihandinê li vê navendê amade bibûn,  gotûbêj pêk anî.

 Wê di destpêka rapora xwe de got:,Nêzîkî 4 roket avêtinnivîsgeha El-Alamê û qatên 6 û 7 û banê avahiyê bi temamî hilweşiyane.

Îsra El-Behîsî got: Ofîsa min bi temamî hat rûxandin û hemû belge û belgeyên min di 20 salên xebata medyayê de ji dest çûne

studyoya tora ku bernameyên taybet ên El-Alamê li wê dihatin tomarkirin bi temamî hatiye îmhakirin.

 Mihemed Ebû Namûso, çalakvanê medyayî li gotûbêja bi nûçegihanê Alalamê re got: Dîtina van wêneyan û wêraniya mezin a ku ji ber êrişên siyonîstan ser nivîsgehên medyayê pêk hatiye, nîşan dide ku îdiayên siyonîstan  ku digotin tenê meqerên  berxwedanê û cebilxanan didin ber êrişan, derew in. 

Wî got Em îro hatin ji bo dîtina wan çekên ku di ofîsên medyayê de hatine bicihkirin li ku ne.

Ti şopa van çekan nîne; Lê di van navendan de çekek bihêztir û bibandortir heye û ew çek jî pênûs e ku rîwayeta siyonîstan ku li her bihosteke  Gazayê çek hene, red dike.

 

 

 

Serepeyv