Tabûrên El-Qessam sîstema berevaniya hewayî ya Motber 1ê nimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i344067-tabûrên_el_qessam_sîstema_berevaniya_hewayî_ya_motber_1ê_nimandin
Tabûrên Şehîd Îzedîn El-Qessam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê, sîstema berevaniya hewayî ya Motber 1ê ku di şerê Bahoza El-Eqsayê de bi kar anîbû, nimand.
(last modified 2023-10-09T10:25:20+00:00 )
Çirî 09, 2023 13:42 Asia/Tehran
  • Tabûrên El-Qessam sîstema berevaniya hewayî ya Motber 1ê nimandin

Tabûrên Şehîd Îzedîn El-Qessam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê, sîstema berevaniya hewayî ya Motber 1ê ku di şerê Bahoza El-Eqsayê de bi kar anîbû, nimand.

 

Tabûrên El-Qassam ragihandin ku di operasyona bahoza  El-Eqsayê de wan ev sîstem dijî xwefirên dijmin bi kar anîne.

  Sîstema berevaniya esmanî ya Motber 1ê asta herî bilind a hunera endazyarên berxwedanê li Gezeyê tê hesibê ku hewl didin esmanan ji bo firokeyên Rejîma Siyonîst ne ewle bikin.

 Tabûrên El-Qessam duh Yekşemê vîdyoyek ji xwefirên bi navê El-Zewarî  nimandin û ragihandin ku ev xwefir  bo yekem car di destpêka operasyona bahoza El-Eqsayê de hatiye bikaranîn.

Li gorî daxuyaniya tabûrên El-Qessam,ev xwefir di destpêka operasyona bahoza El-Eqsayê de derbasbûna têkoşerên berxwedana  Filistînê bo nav  bajarokên siyonîstnişîn ên rexê Gezeyê hêsan kirin.