Cotmeh 07, 2023 16:29 Asia/Tehran
  •  Girtina zêde ji 50 siyonîstan di encama operasyona bahoza berxwedana El-Eqsayê

Hin çavkaniyan ragihandin ku di encama operasyonên hêzên berxwedêr ên Filistînê de zêdetirî 50 Îsraîlî ku di nav wan de gelek leşker jî hene dîl hatine girtin.

 

Hêzên berxwedêr ên Filistînê îro danê sibê di operasyona "Bahoza El-Eqsayê" de, bi zêdetirî 5 hezar mûşek  û roketa êrişî herêmên dagirbûyî yên Telavîvê û Eşdodê kirin.

Rojnama siyonîst a  Yediot Aharonotê nivîsî: Çavkaniyekî ser bi Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li hevpeyvîna bi mêdyayên filistînî re ragihand: Di operasiyona îro (şemiyê) de herî kêm 53 siyonîst ji aliyê hêzên berxwedanê ve hatin girtin û hatin veguhestin bo zîvala Gazzeyê

 

Serepeyv