Îlon 29, 2023 10:32 Asia/Tehran
  • Salvegera Întîfaza El-Eqsayê; Nîşandana hêza berxwedana Filistînê di saya piştgirya Îranê

Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê got: Berxwedana Filistînê 23 salan piştî Întîfaza Eqsayê, kariye pîlanên dijminên siyonîst li Qudsê işkest bide.

 

Taruq Selmî, di gotûbêja bi  Îranpressê  re got: Şiyanên berxwedana Filistînê li rexê rojavaya çemê Urdinê bi taybet li Qudsê di halê zêdebûnê de ye.

Wî her wiha got: Bereya berxwedanê û bi taybet Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya berxwedanê kiriye û kariye pirojeya siyonîst-amerîkî li ser asta Filistînê- navçeyî û navneteweyî ji nav bibe.

Selmî her wiha got: Gurdanên Quds, basikê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê,piştî çend salan  pîlanên siyonîstên dagirker li dijî rexê rojava û Mizgevta Eqsayê ji nav biriye û tam amade ye li himberî cinayetên Rejîma  Îsraîlê raweste. 

Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê teqez kir  ku întîfaza Eqsayê berdewamiya  întîfaza kevir û kêrê ye, ji ber ku berxwedana Filistînê bi serokatiya gurdanên Qudsê kariye bi mûşek û alavên din ên leşkerî li hemberî dagirkerên siyonîst raweste.

Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê diyar kir ku berxwedana Filistînê xwe ji bo şerekî giran  li himberî  dijminê siyonîst  amade dike û di vê navberê de bereyên meydanî yên berxwedana Filistînê û bereya  berxwedanê hevgirtî ne.

Li gorî raporeke din, Rejîma Siyonîst bi hinceta cejnên cihûyan, 2 rojan hemû dergehên xwe yên sînorî li rexê rojava û zîvala Gazayê girtin.

Piştî berdewamiya dorpêça Gazayê û girtina dergehên vê zîvalê, ciwanên filistînî roja Îniya borî dîsa dest bi şandina balonên şewatê ber bi erdên dagirbûyî ve kirin.

 

Serepeyv