Îlon 11, 2023 07:43 Asia/Tehran
  • Leşkerên siyonîst êrîşî ser başûrê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kirin

Çavkaniyên nûçeyan berbenga Duşemiyê ragihandin, hejmareke zehf a hêzên artêşa Rejîma Siyonîst a dagirker êrîş birin ser bajaroka Ezûnê ya l rojhilatê Qelqeliyê li başûrê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê.

Xortên filistînî û hêzên Berxwedana Filistînê li Ramulla û El-Xelîlê li dijî hêzên siyonîst ên destdirêjker sekinîn û bombeyên çêkirî avêtin ser leşkerên dagirker ku di encamê da leşkerek birîndar bûye.

Leşkerên siyonîst her wiha êrîşî ser gundê Muxeyrê li bakurê rojhilatê Ramullahê û taxa Qern El-Sewrê li bajarê El-Xelîlê kirin û bi fiklistîniyan ra ketin pevçûnê.

Êrîşa şevê ya leşkerên siyonîst ser başûrê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê di halekî da ye ku medyayên siyonîstî êvara Yekşemiyê ragihandin, rayedarên ewlehiyê yên vê rejîmê nîgeranê pêla nû ya operasyona hêzên Berxwedana Filistînê ne.

 

Serepeyv