Rejîma Siyonîst di 8 mehên buhurî de 25 caran êrişî Sûriyê kiriye
Zêrevanê Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand: Rejîma Siyonîst di heyama 8 mehên buhurî de 25 caran ji erd û esmîn ve êrişî ser Sûriyê kiriye.
Di van salên dawiyê de, rejîma dagirker a Îsraîlê bi caran êrîşî Şamê û deverên curbicur yên Sûrîyê kiriye ku bi radûkirina di wexti de ya sîstema berevaniya esmanî ya Şamê pir caran ev êriş hatine pûçkirin.
Zêrevanê Mafên Mirovan a Sûriyê di daxûyaniyekê de ragihand: Di 8 mehên buhurî de, Atêşa Rejîma Siyonîst 60 caran êrişî Sûriyê kiriye û di van êrişan de , Şam û gundewarê wê 12 caran ji aliyê hêzên dagîrkerê Qudsê ve ketine ber êrişan û ev êriş bûne sedem firokxaneya navdewletî ya Şamê bi caran were girêdanê.
Di vê daxûyaniyê de hatiye ku, Rejîma Siyonîst di vê midehê de 6 caran êrîşî El Quneyterê, 3 caran ser Humsê, 3 caran ser bajarê Suweydayê li başûr rojhilata Sûriyê, 3 caran jî ser Helebê û 2 caran jî êrîşî bajarê Tertûsê kiriye.
Di vê midehê de parêzgeha Deraya li başûrê Sûriyê û navçeya Hemayê du caran bi xwefirên siyonîstan ve hatin bombebarankirin û di encamê de 61 sûrî hatin kuştin.
Êrişên esmanî yên rejîma Îsraîlê di halekî de cih tên ku hikûmeta Sûriyê bi caran bi şandina nameyê bo NY û Konseya Ewlehiyê ya NY ev êriş şermezar kirine û daxwaza rawestandina wan kiriye.