Tebax 16, 2023 18:44 Asia/Tehran
  • 20 filistînî li Nablusê birîndar bûn

Heyva Sor a Filistînê qala birîndarbûna 20 filsitîniyan ji ber êrîşa siyonîstan ser Nablusa Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kir.

Leşkerên siyonîst ji bo piştevaniya ji bajaroknişînan êrîşî sr gora Yûsifê Nebî (S) êrîşî ser rojhilatê bajarê Nablusê lêi Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kirin.

Li gorî vê raporê, leşkerên siyopnîst di êrîşa ser Nablusê da bi filsitîniyan ra ketin pevçûnê.

Gordanên Qudsê wek Baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî ragihand, Hêzên Berxwedanêî li Nablusê leşkerên dagirkler li derdora Gora Yûsifê Nebî (S) dan ber gulleyan.

Hêzên berxwedêr her wiha bi teqmeniyan erebeyên siyonîstan li rojhilatê Nablusê dan ber êrîşê.

Li gorî vê raporê, hêzên berxwedêr êrîşî se utubûsa bajaroknişînan li rawestgeha Hewareyê li başûrê Nablusê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kirin.

Leşkerên siyonîst duh jî 2 cewanên filistînî di êrîşa ser kampa Eqebe Cebrê li Erîhayê şehîd kirin.

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê wek berteka li hemberê vê yekê tekez kir: Dewama van cinayetan dê vîna gelê Filistînê û pabendiya li mafên xwe û berxwedanê  lawaz neke, belkî xwîna şehîdan dê întifazeyê gurrtir bike.

Ebdulletîf Qanû berdevkê HAMAS'ê jî di vî warî da got: Şehîdbûna van du xortan cinayeteke din li karameya reş a rejîma agirker û tundrê ya siyonîst zêde kir.

Wî got: Gurrbûna êrîş û cinayetên dagirkerên îsraîlî dijî gelê Filsitînê û şehîdkirina filistîniyan dê vî gelê ji dewama cîhanê nehêle.

Navenda ragihandinê ya Filsitînê ragihand, Di nîveka yekem a Tebaxê da 13 filistînî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî bi gulleyên siyonîstan şehîd bûne.

Leşkerên siyonîst her roj bi behaneyên cûrbicûr êrîşî ser gelê mezlûm ê Filsitînê dikin û wan şehîd, birîndar an desteser dikin; filistînî jî wek bersiva bo van cinayetan, operasyonên dije-siyonsîtî pêk tînin.

 

Serepeyv