Tebax 16, 2023 18:37 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst bûceyeke mezin ji bo berfirehkirina bajarokan terxan kir

Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst dixwaze bûceyeke 700 miliyon şikillî ji bo0 berfirehkirina bajarokan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê terxan bike.

Betsleyîl Smoterîç Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst bi hevkariya Orît Esturk Wezîrê Meskenê yê vê rejîmê li dû terxankirina bûceyeke 700 miliyon şikilî - pereyê Rejîma Siyonîst - ji bo berfirehkirina bajarokan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê.

Smotrîç li dijî terxankirina bûceya taybet bo navçeyên erebnişîn ên erdên dagirbûyî yên 1948an e, lê pişta kiryarên bajaroknişînan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi rêya pesendkirna bûceya mezin digire.

Smotrîç û Orît Estûrk hewl didin Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ji bo vî karî qanih bikin.

Ev bûce biryar e ji bûceya wezaretxaneyan were dabînkirin; ji wan biryar e 130 miliyon şikilî ji Wezareta Perwerdehiy û 200 miliyon şikilî ji bûceya Wezareta Karûbarên Navxweyî were terxankirin.

 

Serepeyv