Tebax 07, 2023 10:09 Asia/Tehran
  • Êrişa balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst ser derdora Şamê

SANA Newsê vê sibê derbarê êrişa esmanî ya Rejîma Siyonîst ser derdora Şamê û rawestana sîstema berevaniya hewayî ya vî welatî li himber armancên dijminan agahî da.

 

 Di salên derbasbûyî de Rejîma Îsraîlê bi caran êrişî ser Şamê û navçeyên curbicur ên Sûriyê kiriye ku bi radûkirina demlidest a sîstema berevaniya hewayî gelek caran ev êriş hatine bêencamkirin. 

 SANA Newsê bi ragihandina vê yekê ku dengê çend teqînan li derdora Şamê hatiye bihîstin, diyar kir: Sîtemên Berevaniyê yên Artêşa Sûriyê bo radûkirina mûşekên Rejîma Siyonîstî çalak bûne. 

 Hûrgiliyên zêdetir derbarê vê yekê nehatine weşandin. 

 Desdirêjiyên esmanî yên Rejîama Siyonîst di halekî de ne ku  hikûmeta Sûriyê bi caran bi şandina hin nameyan bo NY û Konseya Ewlehiyê ya NY ev êriş şermezar kirine û daxwaza rawestandina wan kiriye. 

 Rejîma dagirkerê Qudsê hevgavê gurbûna qeyrana navxweyî destdirêjiyên xwe ser navçeyê girantir kirine. 

 

 

Serepeyv