Nefermaniya eskerên siyonîst zêde bûye, nameya hişyariyê ya 800 kevne-eskeran bo Nêtanyahû û Galant
Ji ber nefermaniya eskerên Rejîma Siyonîst, hevgavê zêdebûna dilnigeraniyên saziyên ewlehiyê yên vê rejîmê, dengê Binyamîn Nêtanyahû derket û ew neçar ma erbarê vê yekê di civîna kabîneyê demeselê bixe rojevê.
Piştî pêgiriya Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ser pêşdebirina qanûna guhertinê di pêkhateya sîstema dadweriyê de, tevî dijberiyên giran ên navxweyî, heta niha bi sedan kes ji hêzên yekîneya operasyoan hêza hewayî ya artêşa Rejîma siyonîst, bi sedan eskerên yedek ên Rejîma Siyonîst di beşa saybêrî ya êrişkirinê, bi sedan hêzên yedek li yekîneya eskerî ya taybet a hêza deryayî ya hêza hewayî bi sedan efserên hêza hewayî tevlî rêza neraziyên kabîneya Nêtanyahû bûne ku bûne sedema dilnigeraniya saziyên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst.
Rojnameya Siyonîst ya Cirozalm Postê nivîsî piştî zêdebûna dilnigaerniyên saziyên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst derbarê zêdebûna nefermniya eskeran ji xizmeta nav artêşê Binyamîn Nêtanyahû li civîna kabûîneyê xitabî hişyaî dan wan: Nefermaniya ji xizmetê, kiryareke neqanûnî û dijî demokrsaiyê ye.
Ji aliyê din ve piştî berfirehbpûa nerziyan di rêzên artêşa Rejîma Siyonîst, 800 kes ji kevneserbazên Rêxistina Îstixbarat û ewlehiya navxweyî ya Rejîam Siyonîst nasiyar bi Şabakê di nameyekê de xitabî Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîr û Yûaf Galant, Wezîrê cengê wiha hişyarî dan:
Ger demajoya pejirandina guhertyinên dadweriyê, xeterek rastîn û eşkere ye ku rasterast dê bandorê bike ser ewlehiya îsraîlê, gefê li wê dixwe.
Eva di halekî de ye ku rêberên nearzîbûnên tund dijî kabîneya Nêtanyahû ragihandine ku di halê amadebûna bo razîkirina zêde ji 20 hezar hêzên yedek bo tevlîbûna nav nerazîtiyan di roja çarşemiyêa dahatû û nefermaniya ji xizmetê ne.
Li gor nûçeyeke din, bajaroknişînên siyonîst bi êrişa ser gundê Ebûqoş, dest bi xerakirina mal û milkên xelkê gundê û nivîsîna dîwaran dijî filistînyan kirin.
Eva cara dudyan e ku gundê Ebûqoş dibe armanca êrişên bi vî rengî yên bajaroknişînên siyonîst.
Ev gunda ketiye 13 km ya bakurê rojava Qudsa dagirbûyî û rejîma Telavîvê bi salan e hewil dide bi talankirina erdên flistîniyan demografiya Qudsa rojhilat ser xêra cihûyan biguherîne.