Tîrmeh 02, 2023 08:42 Asia/Tehran
  • Ziyad El-Nexale: Hevsengî ser xêra tevgera Berxwedanê li Filistînê hatiye guhertin

Ziyad El-Nexale Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê got: Roja îro hevsengî bi awayekî pratîkî ser xêra tevgera Berxwedanê li Filistînê hatiye guhertin; bi awayekî ku di hemî şerê vê dawiyê da, berxwedana Filistînê kariye serkeftî ji meydanê derkeve.

Ziyad El-Nexale got: Guherîna hevsengiyê ser xêra tevgera Berxwedan bûye sebeb ku siyonîst ji saetên destpêkê yên şêrr da bi lavakirina ji navciyan berdewam daxwaza agirbesê bidin, tiştê ku şer ji çend rojan veguherandine çend saetan û hin rojan.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê got: Bereya Berxwedanê di salên dawî da li warê Filistînê guherînên berbiçav û ecêb di pêvajoya têkoşînên dijî dagirkerên siyonîst dîtine; tiştê ku roja îro tevahiya ewlehiya rejîma pûşalîn a siyonîst tûşî pirsgirêkeke gelekî mezin kiriye.

Ziyad El-Nexale derbarê lihevkirina Tehran û Riyazê jî got: Ev lihevkirn bûye sebeba bêhnvedan û asayîşa rewanî li navçeyê.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bi gotina vêya ku lihevkirina Tehran û Riyazê bandorên erênî li navçeyê kirin, got: Vê lihevkirinê kesên ku pêkanîna helahelaya nakokiyên firqeyî û mezhebî ji wan mijara şîe û suneyan sûd werdigirtin, ji meydanê derxistin.

Îran û Erebistanê piştî du sal gotûbêjan bi mazûvaniya Iraq û Omanê, roja 10ê Adara 2023an û piştî hevdîtin û gotûbêja çendrojî ya berpirsên saziyên ewlehiya neteweyî yên du welatan li Pikenê, bi weşandina daxuyaniyekê qala lihevkirina Tehran û Riyazê ji bo asayîkirina peywendiyên xwe kirin. Du welatan ji sala 2016an va peywendiyên xwe yên dîplomatîk qut kiribûn.

Baştirkirina peywendiyên Îran û welatên erebî yên navçeyê ji wan Erebistana Seûdî her wiha şikestek ji bo siyasetên Amerîka û Rejîma Siyonîst di tecrîda li ser Îranê jî tê hesibandin.

Her wiha jinûva destpêkirina peywendiyên siyasî navbera Îran û Erebistanê divê wek xaleke werçerxanê ya girîng di alûgorên navçeyî û navneteweyî were zanîn; niha Îran û Erebistan wek du cemserên navçeyî di rêya kêmkirina kêşeyan li navçeyê û danasîna projeyên hevpar di peywendiyên dualî da ne.

Serepeyv