Şehadeta 3 filistîniyan û birîndarbûna 6 eskerên siyonîst li Cênînê
Wezareta Tendrutiyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişa eskerên siyonîst ser kampa Cênînê, sê filistînî şehîd bûn.
Eskerên Rejîma Siyonîst, vê sibê êrişî bajarê Cênînê li bakurê rexê rojavaya çemê Urdinê kirin û bi hêzên berxwedana Filistînê re kertin pevçûnê.
Wezareta Tendrsuitiyê ya Filistînê bi daxûyaniyekê ragihand ku di encama van êrişan du ciwanên filistînî bi navên Qisam Feyelê Ebû Seriye û Xalid Îzam Esaesê û zarokek filistînî bi navê Ehmed Yûsif Sefer şehîd bûn.
Wezareta tendrsuitiyê ya Filistînê her wiha ragiahnd ku di encama van êrişan herîkêm 29 filistînî birîndar bûn ku halê hinek ji wan xirab e.
Seraya El-Quds, çiqa eskerî ya tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê jî derbarê vê yekê de ragihand ku hêzên berxwwedanê karîne bombekê ser riya trimbêla artêşa Rejîma Siyonîst biteqînin û wê ji kar bixin.
Piştî birîndarbûna eskerên dagirker, helîkopterên artêşa Rejîam Siyonîst bo cihê pevçûnê hatin şandin û hêzên berxwedanê hevgav ev helîkopter dan ber êrişan. Helîkpterên artêşa Rejîma Siyonîst jî ji tirsa avêtina mûşekên ser milan ên dijî hewayî ji aliyê hêzên berxwedanê, dest bi avêtina mûşekan kirin.
Tê gotin ji sala 2002 heta niha eva cara yekê ye ku helîkptera artêşa Rejaîm siyonîst anvçeyeke rexê rojava çemê Urdinê dide ber êrişan.
Mwedyayên Siyonîst her wiha ragihandin tişta ku li kampa Cênînê qewimî bûyereke îstisnayî bû ku bû sedem hêza hewayî helîkoptereke apaçî bo rizgarkirina canê eskerên siyonîst bikar bîne.