Êrişa bi şev ya eskerên siyonîst ser hin navçeyên rexê rojavaya çemê Urdinê
Eskerên siyonîst êrişî bajarokê Seîrê li bakur rojhilata El-Xelîlê kirin.
Eskerên Rejîma Siyonîst her roj bi hincetên curbicur bi êrişa ser xelkê mezlûm ê Filistînê, wan şehîd an birîndar dikin an jî desteser dikin.
Siyonîstan bi êrişa ser bajarok Seîrê li bakurê rojhilata El-Xelîlê, Medî El-Sersûr, hêsîrê filsitînî û Raid Eêl-Sersûr, xwndekarê zanîngeha El-Xelîlê desteser kirin.
Di vê raporê de hatiye ku siyonîstan her wiha kampên El-Celzûnê li bakur Ramullahê, Eyn Sultan li bajarê Erîhayê û El-Farie li başûrê Tûbasê dan ber êrişan û bi filistîniyan re ketin pevçûnê.
Li gor v raporê, eskerên siyonîst bi şev êrişî bajarokê El-Tûrê li Qudsa dagirbûyî kirin û li hinek navçeyên vî bajrokî bi cih bûn.
Hevgav Serokê Dayireya Siyasî û peywendiyên derve yên HAMASê wek berteka li himber plana Rejîma Siyonîst ya berfirehkirina çêkirina bajarokan got: Berxwedana inqilabî tebha riya rawestana li hember vê rejîmê ye.
Basim Neîm, Serokê Dayireya siyasî û peywendiyên derve yên tevgera HAMASê got: Dayîna îznê bo Bezalêl Smotrîç, Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya vê rejîmê derheq pejirandina planên nû yên çêkirina bajarokan nîşana bîr û hizra vêkabîneya faşît e ku qet bala xwe nade ser biryar û rêzikên navneteweyî û li dû gurrkirina navçeyê di çarçoveya îdlojiya mezhebî û tundrê ya xwe ye.
Ji aliyê din ve Gabî Portnoy, Serokê Rêxistina Ewlehiya Sayberî ya Rejîma Siyonîst yekşemiyê şevê derbarê zêdebûna 2.5 bearmberî ya êrişên saybêrî ser vê rejîmê agahî da.
Ev gotin di halekî de hatiye hilêxistin ku medyayan, çarşemiya buhurî derbarê êrişa saybêrî ser teşkîlata hêza hewayî ya artêşa Rejîam Siyonîst agahî dabûn.