HAMAS: Berxwedan li rexê rojavaya çemê Urdinê roj bi rojê berfirehtir dibe
Endamê pilebilind ê Tevgera Berxwedana Îslamî, HAMAsê, rûbirûbûna hêzên berxwedanê bi dagirkerên siyonîst re di her êrişeke ser rexê rojavay çemê Urdinê de, nîşana geşatiya demajoya berxwedanê da zanîn.
Elî Birke, Endamê kadroya rêberiyê ya tevgera HAMASê li derve, îro îniyê ragihand: Tevî cinayetên bi xwîn ên Rejaîm Siyonîst dijî filistîniyan ji wan siyaseta kavilkirina mala malbatên şehîdan, hêzên berxwedanê xebat û
Birke her wiha got dewama têkoşan û berxwedana li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê di çarçoveya mafên gelê Filistînê ya berevaiya ji xwe û erd û nirxên wê yên pîroz û di berteka li himber destdirêjiyên dagirkerên siyonîst dijî gelê Filistînê li Beyt Ul-Muqedesê û mizgevta Eqsayê cih tê.
Vî raeydarê pilebilind ê HAMASê destnîşan kir berxwedanê rewabûnaw xe ji hemî manifest û peymanên navneteweyî û olên esmanî bi dest xistiye û ji aliyê filistîniyên nav û derve va tê piştgirîkirin.
Li gor nûçeyeke din eskerên siyonîst vê sibê êrişî ser gundê Yetmayê li başûrê Nablosê kirin û çend filistînî desteser kirin.
Eskerên siyonîst her wiha êrişî babajrokê Bîtayê li li başûrê Nablosê kirn û hundurê mala çend filistîniyan geriyan.
Ciwanên filistînî di encama van êrişan ser navçeyên curbicur ên rexê rojavaya çemê Urdinê bi siyonîstan re ketin pevçûnê û ber bi wan kevir û Koktêl Molotof avêtin. Di encama êrişa hêzên siyonîst sera navçeya Beyt Amêrê li El-Xelîlê, Îhab El-Elamî, nûçegaîhnê kanala Quds Fîdê birîndar bû û hat rajkirin bo nexweşxaneyê.
Rejaîm siyonîst pêştir jî çend nûçegîhanên fililsitînî û yên din birîndar an şehîd kirine.
Tevî dewama cinayetên siyonîstan dijî gelê Filistînê, bi hezaran filistînî yên rûniştiyên Beyt Ul-Muqedesê û Erdên Dagirbûyî yên sala 1948-an û rexê rojavaya çemê Urdinê li nav tivdîrên giran ên ewlehiyê yên artaêş Rejaîm siyonîst xwe gaîhndin mizgevta Eqwsayê û nimêja sibê di atmosfereke tam menewî û rûhanî de kirin.
Filistînî piştî nimêja sibê hema li vî cihê pîroz îtikaf kirin û mijûlî dua û dîlekan bûn.
Rewşa van rojên Erdên Dagrbûyî û rexê rojavaya çemê Urdinê pir taybet e û têkoşerên filistînî bi her awayî bersiva cinayetên bê dawî yên siyonîstan didin û vê yekê rewşkeke taybet bo siyonîstên dagirker pêk aniye.
têkoşîna xwe didomînin û heta dawiyê li her bajar û li her kampekê dê li himber dagirkirên siyonîst rawestin.