Serokê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê dê biçe Çînê
Hezîran 09, 2023 18:17 Asia/Tehran
Serokê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê dê hefteya bê serdana Çînê bike.
Li gorî rapora Fars News'ê, Wezareta Karên Derve ya Çînê îro piştî ragihandina meyla xwe ji bo hêsankirina gotûbêja navbera Filistînê û Rejîma Siyonîst ragihand ku Mehmûd Ebbas Serokê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê dê bo serdaneke sêrojî di hefteya bê da berê xwe bide Pikenê,.
Hua Çonîng Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê got: Li ser vexwendina Şî Cînpîng Serokkomarê Çînê, Mehmûd Ebbas Serokê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê dê ji 13 heta 16ê Hezîranê mêvanê Pikenê be.