Dewama qeyrana navxweyî li Rejîma Siyonîst
Kêşe û pevçûna navbera siyonîstan û nearamiyên li erdên dagirbûyî hema wisa didomin û dijberên kabîneya desthilatdar li Rejîma Siyonîst di bîst û yekemîn hefteya bidûhev da li dijî hevpeymaniya serdest xwenîşandan li dar xistin.
Bi sedan bajaroknişînên siyonîst êvara Îniyê wek dijayetiya li hemberî plana kabîneya Rejîma SDiyonîst ji bo pêkanîna guherînan di saziya dadweriyê da li ber mala Serokwezîrê Îsraîlê li taxa Qesaryayê kom bûn.
Li pey xwenîşandana bajaroknişînên siyonîst li nêzikî cihê mayîna Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, polîsê vê rejîmê bi dijberên siyonîst ra ketin pevçûneke giran.
Di kombûna bajaroknişînên siyonîst li ber mala Netanyahû da pevçûneke giran navbera wan û hêzên polîs derket û hejmareke neraziyan birîndar bûn.
Di 20 hefteyên derbasbûyî da bi dehan bajar ji bakur heta başûrê Filistîna dagirbûyî ji wan Til Avîv, heyfa, Qudsa dagirbûyî, Beir El-Sebe, Rîşûn Letsiyon û Hertzliyayê bûne qada xwenîşandana li dijî kabîneya rastgir a zêdegav a Netanyahû û guherînên di sazuiya dadweriyê ya Rejîma Siyonîst.
Serokên Opozîsyona Rejîma Siyonîst guherînên sîstema dadweriyê yên kabîneya Netanyahû wek rêyek ji bo lawazkirina saziya dadweriyê û hewldana vî kesayetîyî ji bo rêgirtina ji mehkemekirina xwe ji ber sê dosyeyên gendeliya darayî û bertîlxwarinê dizanin û bawer in ku ev kiryarên kabîneyê dê Rejîma Siyonîst ber bi pevçûn û şerê navxweyî û hilweşiyana hêdî hêdî pêş da bibe.