May 14, 2023 07:08 Asia/Tehran
  • Dewama xwenîşandana dijî Nêtanyahû li Filistîna Dagirbûyî

Rûniştiyên Erdên Dagrbûyî roja şemiyê bo heftiya nozdehan li dû hev dijî Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst û plana wî ya guhertinên di beşa dadweriya xwenîşandan li dar xistin.

Xwenîşandana îro di halekî de tê lidarxistin ku piştî êrişên balefireh ên cengê yên Rejîma Siyonîst ser zîvala Gazayê û bersiva mûşekî ya komên Berxwedanê, hatibû ragihandin ku kombûnên roja şemiyê yê neyên lidarxistin lê bajarên curbicur ên Erdên Dagirbûyî tim bibûn şehedê lidarxistina xwenîşamdana  dijî Nêtanyahû. 

 Dewama nerazîbûnên dijî plana guhertinên Dadweriyê  yên Nêtanyahû, ew neçar kir ku  bi awayekî demkî vê planê rawestîne.

 Di plana kabîneya Nêtanyahû nasiyar bi guhertina qanûna Dadweriyê de, desthilatên dezgeha dadê kêm bûne û cih û şûna saziay kargêr û qanûndanînê di vê rejîmê de yê were xurtkirin.

Di vê planê de, yê desthilatên rawêjkarê dadweriyê yê kabîneya Rejîma Siyonîst  kêm bibe û her wiha desthilatên rawêjkarên dadweriyê yên wezaretxaneyên vê rejîmê kêm bibe û wezîr yê vê mecalê peyda bike ku  he rawêjkarekî dadweriyê ku bixweze li nivîsgeha xwe wêde bibe an bixebitîne.

Serepeyv