Nîsan 20, 2023 16:03 Asia/Tehran
  • Xortên siyonîst naxwazin tev li xizmeta leşkerî li artêşa vê rejîmê bibin

Xortên siyonîst nameya bangkirina bo Xizmeta Leşkerî dişewitînin.

Li gorî nûçeya IRIB News’ê, Xortên siyonîst tevî zîndanîbûnê nameyên bangkirina bo Xizmeta Leşkerî dişewitînin û naxwazin biçin leşkeriyê.

Li gorî vê raporê, ‘Benyamîn Netanyahû’ Serokwezîrê Rejîma Siyonîst gotiye, neçûna xortan bo Xizmeta Leşkerî tê wateya dawîhatina li vê rejîmê.

Di vê raporê da hatiye, Jinên îsraîlî divê du sal û mêr jî sê salan bi awayê neçarî Xizmeta Leşkerî derbas bikin.

Pêştir jî bi sedan efser û leşkerên Yekîneya ‘Sîxoriya Sayberî’ (Yekîneya 8200) ragihandibûn ku wek nerazîtiya li hemberî kabîneya Netanyahû, dê dev ji xizmeta xwe berdin.

 

 

Serepeyv