Bajaroknişînekî sîyonîst li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê hat kuştin
Çend çavkanîyên ibrî û erebî li Filistîna Dagirbûyî ragihandin ku di encama operasyona şehadetxwazîyê ya vê dawîyê da, bajaroknişînekî sîyonîst li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê hat kuştin.
Çavkanîyên ibrî û erebî ragihandin ku di encama êrişa ser çend sîyonêstên li derdora xaleke lêgerînê li devera Xewr-Urdinê ku Înîyê bi şev pêk hat, destpêkê 3 sîyonîst birîndar bûn û paşê du ji wan hatin kuştin.
Herwiha di encama wê operasyonê da sîyonîstekî jî bi giranî birîndar bibû ku duh ji ber giranîya birînan mir.
Ew êrişa piştî êrişa hovane ya leşkerên sîyonîst ser nimêjkerên li Mizgefta Eqsayê pêk hat.
Ji hêla din va komên berxwedêr ên filistînî ji bo cara çendê ragihandin ku Mizgefta Eqsayê xeta sor a wan e û di bersiva cinayetên Rejîma Sîyonîst ên li Mizgefta Eqsayê dê bajarokên sîyonîstnişîn ên derdora Xezeyê bidin ber mûşek û rokêtan.