Adar 04, 2023 14:42 Asia/Tehran
  • Filistînîyên Xezeyê bi xwenîşandanekê piştgirî dan Mizgefta Eqsayê û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê

Niştecihên bakurê Zîvala Xezeyê bi xwenîşandanekê piştgirî dan Mizgefta Eqsayê, êxsîrên filistînî û berxwedana li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê.

Xwenîşandana niştecihên bakurê Zîvala Xezeyê li gorî bangewazîya Tevgera HAMAS’ê hat lidarxistin.

Endamê Polîtebîroya HAMAS’ê ‘Sohêyl Hindî’ jî di axavtinekê da pêgirî ser berxwedana filistînîyan himberî Rejîma Sîyonîst û piştgirîya ji berxwedana li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kir.

Hindî ji niştecihên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Erdên Dagirbûyî xwest ku piştgirîyê bidin Mizgefta Eqsayê û pêgirî kir: “Her zîyana ku li Mizgefta Eqsayê û warên pîroz ên misilman û mesîhîyan bikeve, bi wateya rahiandina şêrr û hişyarkirineke nebaş himber dagirker û bajaroknişînan e.”

Vî endamê Polîtbîroya HAMAS’ê herwiha pêgirî kir ku ew amade ne li ser piştgirîya ji Mizgefta Eqsayê û Qudsê berdêlê bidin û dîyar kir: “Kiryarên kabîneya faşîst û sîyonîst ên dijî êxsîran tenê dibin sedema pêkutîya me ser azadkirina wan.”

 

Serepeyv