Adar 02, 2023 16:59 Asia/Tehran
  • Rêxistina Hêsîran a Filistînê: Hejmara şehîdên hêsîr ên tevgerê gihîşte 236 kesan

Rêxistina Hêsîran a Filistînê ragihand, bi şehîdbûna “Mehmûd Hemdan” ji Kampa “Eqebe Cebr”ê li nêzikî Erîhayê, hejmara şehîdên hêsîr ên tevgerê gihîşte 236 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, “Mehmûd Cemal Hesen Hemdan” xortên filistînî yê 22 salî ku bi gulleyê siyonîstan birîndar bûbû, di encama xedarbûna birînan da şehîd bûye.

Hemdan navroja Çarşemiyê di êrîşa dagirkerên siyonîst li ser Kampa “Eqebe Cebr”ê ya Erîhayê da birîndar bûbû.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a filsitînî ya SAMA’yê, Rêxistina Hêsîran a Filistînê ragihand, hejmara meytên hêsîrên şehîd ku hîn jî di destê leşkerên siyonîst da ne, gihîşte 14 kesan.

Di vê raporê da hatiye, 81 hêsîr jî heta niha bi gulleyê rasterast ji aliyê leşkerên siyonîst va şehîd bûne.

 

Serepeyv