Hejmara şehîdên Xezzeyê gihîşte 74 hezar û 790 kesan
Hejmara şehîdên şêrr ji destpêka êrişan li ser Zîvala Xezzeyê heta niha gihîştîye 74 hezar û 790 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştîye 176 hezar û 336 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku di êrişên 48 saetên raborî yên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê da, 18 kes hatin şehîdkirin û 38 kes hatin birîndarkirin. Ji tevahîya van şehîdan, termê 3 şehîdan ji bin kavilan hatine derxistin. Di heman demê da NY’yê hişyarî daye ku sedî 67 niştecihên Zîvala Xezzeyê, heta dawîya sala 2026an wê bi astên qeyranî yan tundtir ên bêewlehîtiya xwarinê ya xeddar ra rûbirû bibin ku ji wan, 212 hezar kes di qonaxa awarte da ne. Saziya Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) herwiha hişyarî da ku sînordariyên li ser têketina alîkarîyan, zêdebûna bihayan, astengî di zincîreyên dabînkirinê da û kêmasîya bûdceya mirovdostane, xetera tundbûna qeyrana xwarinê di bere berê demsala zivistanê da zêde dike.