Hejmara şehîdên Xezzê rabû 74 hezar û 772 kesî
Wezareta Tendirustiya Xezzê ragihand: Hejmara şehîdên Zîvala Xezzê ji destpêka êrişan ve heta niha rabûye 74 hezar û 772 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 298 kesî.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku ji destpêka agirbestê ya di 11`ê Cotmeha 2025`an de, hejmara kesên şehîdan gihîştiye 1705`an û 6163 kes jî birîndar bûne; her wiha, termên 851 şehîdan ji bin kavilan hatine derxistin. Yekîtiya Rojnamevanên Filistînî jî, di daxuyaniyekê de ku balê dikişîne ser hovîtiyên li dijî rojnamevan û xebatkarên medyayê li Xezzeyê, ragihand: Me di navbera salên 2023 û 2024`an de, nêzîkî 4900 cinayet û êrîşên li dijî rojnamevan û xebatkarên medyayê belge kirine. Ev yekîtiya her wiha diyar kir ku di vê heyamê de 260 rojnamevan ku 40 ji wan jin in hatine şehîdkirin; her wiha 730 endamên malbat û xizmên wan jî şehîd bûne.