Hejmara şehîdên zîvala Xezzeyê gihîştiye 72 hezar û 51 kesî
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku di çend sietên borî de her wiha termê 2 şehîdan bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û di vê heyamê de 15 kes jî birîndar bûne.
Ji dema pêkanîna agirbesê ve di 11 Cotmeha 2025an de heta niha 591 kes şehîd bûne û hezar 598 kes jî birîndar bûne
Her wiha, di vê heyamê de, cenazeyên 726 şehîdan ji nav kavilan hatine derxistin.
Ji aliyê din ve, Basam Neîm yek ji berpirsên Tevgera Berxwedana Îslamî , Hemasê ragihand ku ev tevger ne li dijî bicihkirina hêzên navneteweyî li zîvala Xezzeyê ye bi şertê ku ew hêz tenê rola veqetandina aliyan bigêrre û destwerdanê di karûbarên navxweyî yên filistîniyan de nekin. Endonizya yekem welat e ku bi fermî amadebûna xwe ji bo şandina 8 hezar leşkeran bo Xezzeyê ragehandiye.
Hevdem Rojnama Yediot Ahronot a Rejîma Sîyonîstan di raporekê de eşkere kir zêdetirî 50 hezar leşkerên artêşa Rejîam Siyonîst welatiyên biyanî ne. Li gorî daneyên hatine weşandin, bi hezaran kes ji hêzên artêşa rejîam Siyonîst hemwelatiyên Amerîkî, Fransî û Rûsî ne û hin ji wana jî heta çendîn welatîbûna biyanî ji wan welatîbûna welatên ereb tomar kirine. Li gorî nûçeyeke din gotinên serokê rejîma Siyonîst derbarê domandina qedexeya derbasbûna rojnamevanên biyanî nav Xezzeyê rastî pêleke bertekên rexneyî û bihenek li nav torên civakî hatiye. Îshaq Hêrtzok îdia kir ku sînordarkirina derbasbûna nûçegîhana nav Xezzeyê bona parastina canê rojnamevanan e.
Ev gotinên serokê rejîma Siyonîst di halekî de ne ku di du salên borî de bi sedan rojnamevan ji aliyê leşkerên rejîmê ve li Xezeyê hatine kuştin.