Mijdar 17, 2025 13:52 Asia/Tehran
  • Rayedarê payebilind ê Cîhada Îslamî ya Filistînê: Rêveberiya Xezzeyê ji aliyê Amerîkayê ve nayê qebûlkirin

Cîgirê sekreterê giştî yê tevgera Cîhada Îslamî got ku rêveberiya Xezzeyê ji aliyê Amerîkayê ve û hebûna hêzek navneteweyî li vê navçeyê wekî alternatîvek ji bo dagirkeriyê nayê qebûlkirin.

Mihemed Hindîو cîgirê sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, got: Naveroka pêşnûmeya biryarnama sererastkirî ya Amerîkayê derbarê Xezzeyê, hîna jî nezelal e û pirsgirêkên bingehîn ên gelê me paşguh dike. Wî her wiha got: Heta dema ku erkên Konseya Aştiyê û mekanîzma pêkanîna wê diyar nebe ev konse dikare bibe dagirkeriyeke qanûnî. Cîgirê sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî tekez kir ku dasepandina nêrînên rejîma siyonîst û Amerîkayê ser gelê me di bin sîwana NYde nayê qebûlkirin. Wî tekez kir ku biryarnama Amerîkayê bi peyvên nezelal li dû kişandina bala welatên Ereb û Îslamî ye û mafên gelê me garantî nake.

Serepeyv