Mijdar 10, 2025 14:09 Asia/Tehran

Piştî du salan şêr û sekinandina perwerdehiyê li Xezzê dibistanên vê navçeyê careka din amade dibin ku xwendekaran werbigirin.

Deriyên dibistana Kemaliye ku ji deheka 90`î ve neçalak bibû, îro piştî kavilkirina dibistanên nû li rojhilatê Xezzê, ser xwendevanan hatin vekirin û amadebûna berfireh a xwendevanan li dibistana Kemiliyê gelek xweşik bû. Wezareta perwerdehiyê ragihandiye ku hewl dide piştî kavilbûna bi sedan didbistanan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve li navçeyên curbicur ên Xezzê, xwendevanan vegerîne dibistanan.

Fayide Esî- Birêvebira Dibistana Kemaliyê

Ev dibistana 700 salan berî nika di dewra Siltan Kemaledînê Eyûbî hat çêkirin û yek ji şûnewarên dewra Eyûbî ye. Çalakiya vê dibistanê ji deheka 70`yî ve hatiye sekinandin û koma wê ya herî dawî ya kesên dersqedandî ji vê dehsalê ye. Deriyên vê dibistanê vê dawiyê ji bo xwendekaran vebûne. Ev dibistan dê perwerdehiya xwendekarên ji taxên Şucaiye, Derec, Tifah û Zeytûn bigire nav xwe.

Tevî du salan êrîş û cinayetan jî, Rejîma Siyonîst nekariye pergala perwerdehiyê li Xezeyê hilweşîne û niştecih bi berdewamî dixebitin da ku ji bo zarokên xwe derfetên perwerdehiyê biafirînin. Bi vekirina Dibistana Kemaliyê re, gelek niştecihan derfeta perwerdehiya zarokên xwe ji nû ve bi dest xistin.

Serepeyv