NY: Ti cihek li başûrê Xezzeyê ji bo awareyan tuneye
Berdevkê Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya NY tekez kir ku ti cihek li başûrê Xezaeyê jibo awareyan tuneye û Rejîma Siyonîst tevahiya Xezzeyê dide ber êrişan.
Yêns Larkê , Berdevkê Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya NY, got: Ti cihek li başûrê Xezaeyê jibo awareyan tuneye û Rejîma Siyonîst tevahiya Xezzeyê dide ber êrişan. Kêmasiya pêdiviyên bingehîn, bi taybet ya stargeh û xwarekê heye.UNRWAyê jî ragihand ku hema di pênc rojan de, siyonîstan neh dibistan û du navendên pizîşkî dan ber topan ku zêdetirî 11 hezar filistînî di wan de sitirîbûn. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku nexweşxaneya taybetî zarokan ya bi navê Rentîsî çend roj berê ji ber êrişên giran ên Rejîma Sîyonîst zirareke mezin dîtiye û xebata wê hatiye rawestandin. Mehmûd Besel, Berdevkê Dezgeha Berevaniya Sivîl a Xezzeyê jî got ku komên alîkariyê êdî nikarin xwe bigihînin gelek deverên Xezzeyê û carina ew di 2 rojan da dikarin xwe bigihînin deverên ku artêşa siyonîst li wan bi cih bûye.
Hevdem Kompapora cîhanî ya Sumûd ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê ketiye rê îro gihîşt herêma sînorî ya navbera avên navneteweyî û avên Yewnanistanê ku çavrêtî heye gemiyên Yewnanistanê jî nêzîkî girava Krîtê tevlî vê kompaporê bibin ku bi hev re ber bi avên Erdên Dagirkirî ve biçin.