Peyama Tabûrên Qessamê derbara êxsîrên israyîlî yên li Xezzeyê da
Hevgavê destpêbûna operasyona leşkerî ya nû ya artêşa Rejîma Sîyonîst li şarê Xezzeyê, Baska Leşkerî ya Tevgera Hemasê îro wêneya xatirxwestina ji êxsîrên israyîlî ku di dêstî da ne, weşand.
Tabûrên Qessamê di peyamekê da ku li şebekeyên civakî belav kir, ragihand ku bi hegera rik u leca Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst û ji bo ku Eyal Zemîr Serokerkanê artêşa Rejîma Sîyonîst teslîm bibe, wêneya xwatirxwestina ji êxsîrên israyîlî hevgavê destpêbûna operasyona artêşa dagirker li Xezzeyê hat weşandin.
Qessamê pêgirî kir: Xezze dê ne parîyekî hêsan u rehet ji bo artêşa dagirker be, em ji we natirsin û amade ne ku rihê eskerên we bişînin dujehê. Destpêbûna operasyona cinayetkeran li Xezzeyê û berfirekirina wê bi vê wateyê ye ku ew dê ti êxsîrekî zindî yan mirî bi dest nexin û dê çarenûsa wan gişka fenan ya Ran Arad nedîyar bimîne.