Îlon 06, 2025 12:09 Asia/Tehran
  • Tabûrên Qesam 3 tankên Mêrkava li Xezzeyê girtin

Baskê leşkerî yê Hemasê îro derbarê operasyona xwe ya serketî ya têkbirina sê tankên Mêrkava yên artêşa Rejîma Siyonîst li başûrê Xezzeyê agahî da.

Tabûrên Îzedîn Qesam, baskê leşkerî yê Hemasê, îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan, piştî vegera ji hêlên pevçûnê piştrast kirin ku di operasyona roja Yekşema borî, 31`ê Tebaxa îsal de, wan sê tankên Mêrkava yên artêşa Rejîma Siyonîst li Xezzeyê dan ber êrişan û wêran kirin.

Qesam ragihand ku ev operasyon li derdora mizgefta Selahedîn û dermanxaneya taxa Zeytûnê li başûrê Xezzeyê pêk hat.

Baskê leşkerî yê Hemasê jî pêştir ragihand ku hêzên wan di operasyonekê di 30`ê Tebaxa îsal de, li başûrê rojavayê taxa Zeytûnê, tankek Mêrkava û buldozerek leşkerî ya dijminê siyonîst a ji cureya D9`ê kirin armanc û îmha kirin.

Serepeyv