Xwenîşandana li Filistîna Dagirkirî ji bo bidawîanîna şerrê Xezzê
Tebax 26, 2025 17:29 Asia/Tehran
Xwenîşanderên Siyonîst careka din daxwaza agirbes û bihevreguherîna dîl û girtiyan kirin.
Xwenîşanderên Siyonîst îro careka din daketin kolanan û bona dijayetiya li hember dewama şêrr, daxwaza cihatina hevhatina agirbesê bona azadkirina girtiyên xwe yên Xezzê kirin. Xwenîşander bi şewitandina tekeran û girêdana rêya di navbera Têlavîv û Heyfayê de, li hember sersariya kabîneya Netaniyahu li bara rewşa girtiyan û astengîderxistinên wî di rêya gihîştina li hevhatinê de, nerazîbûn nîşan dan.