Tabûrên Qessamê derbeke giran li artêşa Rejîma Sîyonîst xist
Tabûrên Qessam, baskê leşkerî yê Tevgera Hamasê, hûrgiliyên operasyona têkoşerên xwe ya dijî meqerên artêşa Rejîma Siyonîst li bajarê Refehê ku ketîye başûrê zîvala Xezzeyê weşand, di vê operasyonê de yek ji têkoeşrên şehadetxwaz hejmarek ji leşkerên siyonîst kuştin.
Tabûrên Qessam, baskê leşkerî yê tevgera berxwedana Îslamî Hamasê, ragihand: Vê sibê têkoşerên Qesamê karîn operasyonekê dijî baregeheke nû ya dijminê siyonîst li başûr-rojhilata Xan Yûnis li başûrê Xezzeyê pêk bînin ku di encama vê operasyonê de hejmarek leşkerên siyonîst hatin kuştin an birîndar bûn.
Têkoşerên Qessamê bi çend bombeyên cureya Şuwaz, bombeyên Amil Fedayî û her weha roketên dijîtank yên Yasin-105 êrişî binke u hejmarek tankên zêrevaniyê yên Merkava- 4 kirin.
Tabûrên Qessamê her wiha bi 6 rokêtên dijîtesîs û dijîmirov û her wiha çekên sivik û giran êrişî hejmarek ji malên ku hêzên dagirker lê bicih bibûn, kirin.
Di vê operasyonê de, nîşanbazên Qessam karîn fermandê yek ji tankên Merkava- 4 bikin hedef û bi giranî wî birîndar bikin.