Hejmara şehîdên Xezzeyê ji 62 hezar kesan derbas bû
Tebax 18, 2025 17:02 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîam Siyonîst ser Xezzeyê rabûye 62 hezar û 4 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di encama êrişên Rejîam Siyonîst ser zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 62 hezar û 4 kesşehîd bûne.
Hejmara birîndarên di encama êrişên artêşa Rejîam siyonîst ser Xezzeyê de ji destpêka şerê li vê zîvalê gihîştiye 156 hezar û 230 kesan.
Di 24 sietên borî de, cenazeyên 6 şehîdan ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.Her wiha di vê heyamê de 344 kes jî birîndar bûne.
Hevdem vîdyoya êrişa bi mûşekan a rasterast a rejîma siyonîst ser keçek filistînî ku av hilgirtibû bo yekemîn car hate weşandin.