Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ên şeva buhurî da, 138 kes li Xezzeyê hatin şehîdkirin û 771 kes jî hatin birîndarkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihandîye ku bilî vîya bi hezaran kes hela jî di bin kavilan da mane û bêseruşûn in. Herwiha 5 kes ji birsîya şehîd bûn.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika 61 hezar û 158 kes hatine şehîdkirin.
Di encama êrişa Rejîma Sîyonîst a bi xwofirrê ser maşînekê li şarê Berîtal ser bi Be`ilbekê ku ketîye rojhilata Libnanê jî welatîyekî libnanî hat şehîdkirin.
Di vî halî da Tabûrên Izeddîn Qessamê di daxûyanîyek êda ragihand ku bi hawanê êrişî binkeya fermandetî û cîyê kombûna leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst li taxa Tufah a Xezzeyê kirîye.