Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 60 hezar û 430 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê îro ragihand ku di 24 sietên borî de zêdetirî hezar û 177 filistînî şehîd û birîndar bûne ku bî vî awayî hejmara şehîdên di şerê jînosaydê de rabû 60 hezar û 430 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê di rapora xwe ya fermî ya herî nû de ragihand ku hejmara qurbaniyên êrişên Rejîma Siyonîst ji destpêka şêrr di 7ê Cotmeha 2023an ve heta nika rabû 60 hezar û 430 şehîdî û 148 hezar û 722 kes jî birîndar bûne.
Di 24 sietên borî de, herî kêm 98 kes, ji wan 15 şehîdên ku vê dawiyê ji bin kavilan hatine derxistin şehîd bûne û 1 hezar û 79 kes jî birîndar bûne. Nêzîkî 14 hezar filistînî jî li Xezzeyê bê ser û şûn bûne û di bin kavilan de mane.
Di demekê de ku qeyrana mirovî li Zîvala Xezzeyê roj bi roj berfiorehtir dibe û birçîbûn li piraniya deverên herêmê gihîştiye asta xelayê Ted Şêban, Cîgirê Rêvebirê Kargêr ê Sindûqa Zarokan a NY (UNICEF), ragihand ku êşa gelê Xezzeyê nayê xeyalkirin û zarok li Xezzeyê di asteke bê mînak de dimirin.
Hevgavê domandina qirkirina filistîniyan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve li Xezzeyê û berfirehbûna birçîbûna li herêmê, Wekîlê Taybet ê Amerîkayê di Karûbarên Rojhilata Navînê da seredana Xezzeyê kir, ku ev yek rastî nerazîbûnên tund a filistîniyan hat.
Komên filistînî hikûmeta Amerîkayê şirîkê cinayetên Rejîam Siyonîst li zîvala Xezzeyê dan zanîn û serdana nûnerê Amerîkayê Stîv Vîtkaf bo herêmê şanoyeke pêkenî bi nav kirin.
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, bi daxuyaniyeke tund ev sefer şanoyeke xapînok li cihê cinayetê û hewldanek ji bo spîkirina rûyê Rejîma Siyonîst û hikûmeta Amerîkayê bi nav kir.