Xetera mirinê ji ber birçîbûnê li Xezzeyê
Tebax 01, 2025 17:16 Asia/Tehran
Sindûqa Nifûsê ya NY ragihand: Li Xezzeyê birçîbûn berfireh bûye û zêdetirî 500 hezar kes rastî xetea mirinê ji ber birçîbûnê hatine.
Vê navendê ragihand: Jinên ducanî, şîrxwor û zarok li Xezzeyê ji ber birçîbûnê û jinçûna xizmetên tenduristî û xwarinê jiyana xwe ji dest didin. Di heman demê de, eşîrên Xezzeyê ragihandin ku alîkariya ku derbasî vê herêmê dibe nagihîje destê xelkê wê û ji hêla dijminê siyonîst ve tê dizîn. Di heman demê de, Hamasê bikaranîna birçîbûnê wek çekek kuştina hêdî hêdî ji hêla dijminê siyonîst ve bi tundî şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku vê kiryarê wekî cinayeta şer eşkere bikin.