Xezze- Şehîdbûna 127 kesî ji wan 85 zarokî ji ber xelayê
Li gorî gotina berpirsên nexweşxaneyan li Xezzeyê, rewş li vê herêmê her ku diçe girantir dibe û di çend saetên buhurî da 5 kesa ji wan 2 zarokan ji birsîya û ji ber xelayê can dan.
Mihemed Ebû Selîme Rêvebirê Komavahîya Şifa ya Xezzeyê got: Di 24 saetên buhurî da 5 filistînîyên din ji wan 2 zarokan ji birsîya û ji ber xelayê can dane.
Wî herwiha got: Bi giştî di 24 saetên buhurî da 127 filistînîyan ji birsîya li Zîvala Xezzeyê can dane ku 85 kes ji wan zarok in.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku hejmara şehîsên di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da rabû 59 hezar û 733 kesî.
Rejîma Sîyonîst ev 2 sal û çend meh in ku di encama bêdengîya civaka cîhanî û bikêrnehatina pergala navdewletî da qirrkirina jin û zarokên filistînî didomîne.