Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê di 24 saetên buhurî da 130 kes hatin şehîdkirin û 495 kes jî hatin birîndarkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand ku li navendên parvekirina alîkarîyan jî sivîl bûn armanca êrişan û di encamê da 31 kes hatin şehîdkirin û zêde ji 107 kes jî hatin birîndarkirin. Ku bi vî awayî hejmara şehîdên li van navendana rabû 995 kesî u ya birîndaran jî rabû 6 hezar u 11 kesî ji hêla din va 45 kes jî bê ser u şûn bûne.
Di dewama daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê da hatîye ku bi vî awayî hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 58 hezar û 859 kesî û ya birîndaran jî rabû 140 hezar û 980 kesî.
Tabûrên Qessamê jî ragihand ku têkoşerên wê li Xezzeyê êrişî leşker û tankên artêşa Rejîma Sîyonîst kirine.