Tîrmeh 09, 2025 11:47 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna 105 filistîniyên din li Xezzeyê

Di 24 sietên borî de, di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de 105 kes şehîd bûn û 530 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku piraniya şehîdên filistînî li navendên belavkirina alîkariyê bûne. 

Ji 7ê Cotmeha 2023an ve, hejmara şehîdan  gihîştiye 57 hezar û 680 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 137 hezar û 409 kesna. Hîna bi hezaran kesên din li zîvala  Xezzeyê bê ser û şûn in û di bin kavilan de mane.

Nexweşxaneyên zîvala Xezzeyê hişyarî dan ku niha êdî sotemeniya wan xelas bûye ku dê bibe sedema têkçûna tam a  lêhişyarbûnên tenduristiyê û dê bi zûrî  karesatek çêbibe ku gefê li jiyana bi hezaran birîndar û nexweşan li zîvala  Xezzeyê dixe. 

Serepeyv