Ebû Ubeyde: Em ê leşkerên îsraîlî yên zêdetir li Xezzê bigirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i355254-ebû_ubeyde_em_ê_leşkerên_îsraîlî_yên_zêdetir_li_xezzê_bigirin
Berdevkê Tabûrên Qesamê li bara mayîna leşkerên Siyonîst li Xezzê piştî operasiyona şeva buhurî hişyarî da.
(last modified 2025-07-08T11:58:16+00:00 )
Tîrmeh 08, 2025 12:17 Asia/Tehran
  • Ebû Ubeyde: Em ê leşkerên îsraîlî yên zêdetir li Xezzê bigirin

Berdevkê Tabûrên Qesamê li bara mayîna leşkerên Siyonîst li Xezzê piştî operasiyona şeva buhurî hişyarî da.

Ebû Ubeyde got: Operasiyona aloz a Beyt Hanûnê, derbeyeke taze û qahêm bû ku şervanên me yên egîd li artêşa lawaz û yekîneyên wê yên cinayetkartir di qadekî de xistine ku rejîma dagirkir piştî ku ti kevir û kelpîçek saxlem nehêlabû, ev  dera ewleh dizanî.

Berdevkê Tabûrên Qesam destnîşan kir: Tenê berxwedan û xweragiriya xelkê me ye ku hevkêşiyan saz dike û rêya qonaxa dahatî pêk tîne. Biryara herî ehmeqane ku Netaniyahu dikare bide, parastina leşkerên xwe di nava Zîvala Xezzê de ye.