Tîrmeh 03, 2025 17:30 Asia/Tehran

 Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara qurbaniyên Xezzeyê gihîştiye 57 hezar  û 130 kesan. 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên borî de 118 şehîd û 581 birîndar ji bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhastin.
 Li gorî vê raporê, ji 18ê Adara 2025an vir ve, ku agirbesa li Xezzeyê hate binpêkirin, hejmara şehîdan gihîştiye 6 hezar  û 572 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 23 hezar û 132 kesan.
 Di kelekela  hewldanên berdewam ji bo yekalîkirina peymana agirbes û pevguhertina girtiyan di navbera Rejîma Siyonîst û berxwedana Filistînê balafirên şer ên rejîma dagirker ji vê sibê be  ve bi êrişên giran deverên qerebalix û stargehên sivîlan li seranserê Xezzeyê dan ber êrişan Ku di encamê de bi dehan filistînî şehîd bûn û bi sedan kesên din jî birîndar bûn.
 Di encama êrişa din a Îsraîlê ser konên penaberan li nêzî kampa El-Birkeyê li herêma Mewasî ya Xan Yûnisê, sê kes şehîd bûn, ku yek ji wan jin bû. Balafirên şer ên rejîma dagirker dibistana Mustefa Hafiz li taxa El-Remal li rojavayê bajarê Xezzeyê bombebaran kir, ku bi sedan penaberên Filistînî lê diman. çavkaniyên li Nexweşxaneya Şefayê derbarê wê yekê ragihandin ku heta niha cenazeyên 11 şehîdan bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û hejmara birîndaran ji 50 kesî derbas bûye. Wêneyên ku ji cihê êrişê hatine weşandin cenazeyên şewitî yên zarok û jinan nîşan didin.

 Medyaya nûçeyan her wiha ragihand ku hêzên dagirker ên Siyonîst li nêzîkî meydana Nablusî li başûrê rojavayê Xezzeyê rêzên mirovên ku li benda wergirtina alîkariya xwarinê bûn dan ber êrişan. Ku di encamê de  de herî kêm 6 kes şehîd  bûn û zêdetirî 100 birîndar bûn.
 Franêska Albanîz, Raportora Taybet a NY li karûbarên  Xezzeyê, her wiha destnîşan kir ku rewşa mirovî ya li zîvala  Xezzeyê ji sînorê karesatekê derbas bûye  û rayedara N Y tekez kir ku rewşa heyî ya li Xezzeyê ne tenê karesateke mirovî ya  tam û tekûz e, lê di heman demê de ewqas berfireh û hovane ye ku di dîroka  hevçerx de  mînakek wê pir kêîm hatiye dîtin.

Serepeyv