Ebû Ubeyde: Şaşitiyên siyonîstan dê wan nêzî têkçûna webirr ve bîbe
Hezîran 13, 2025 12:39 Asia/Tehran
Berdevkê Tabûrên Izedîn Qesam, hevgirtîbûna xwe bi Îranê re li hember êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ragihand.
Ebû Ubeyde ji bilî ragihandina hevgirtîbûna xwe bi Îranê re, ji ber şehîdbûna hejmarek ji fermandeyên leşkerî û xelkê Îranê ji ber êrişa Rejîma Siyonîst ser vî welatî, sersaxî da. Wî destnîşan kir: Em hevgirtîbûan xwe ya tam a li hember êrişa hovane ya Rejîma Siyonîst ku di qonaxa yekê da ji ber hebûna li rex xelkê Filistînê û piştgîriya berfireh a ji Berxwedana wê cih hatiye, bi Îranê re radigihînin. Ebû Ubeyde berdewam kir ku eger Rejîma Siyonîst fikir dike dikare bi van êrişan bereyên Berxwedanê ji nav bibe yan bingehên lawaz ên rejîma xwe xurt bike, şaş difikire.